PeyamaKurd- Parêzgeha Hekkariya ragihand ku bo bikaranîna dronan divê ji parêzgehê îzin bê sitendin. Li gor beyana parêzgehê, bi sedema ku li herêmê deverên leşkerî hene, rêxistinên hessas û ji aliyê asayîşê ve talûke heye ku drone di ser wan de bifirin an wêneyên wan deran bikşînin, îzna parêzgehê şert e.
Hem di herêmê de gelek caran helikopter nizim difirin, alavên ku maddeyên talûke hildigrin hene û divê agahiya parêzgehê ji her tiştî hebe da bûyerên nexweş neqewimin.
Her kesê na dezgeya ku bê îzna parêzgehê dronan bi hewa bixe, wê parêzgeh karibe cezayê pere bide wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin