Profesorê Ilahiyet (Olî) li Zanîngeha Oxford Tariq Remezan, ku nêviyê damezrênerê Rêxistina Brayên Musilman Hesen El Benna ye, li Fransayê bi gûmana destdirêjiya seksî hemberê 2 jinan hate binçavkirin.
Di doza li hemberî Remezan de ji dervî destdirêjiya seksî, tadeya hemberî jinan jî hatiye nivîsin. Tariq van tometan red dike û diyar dike ku, ev yek ne rast e.
Lê, li Fransayê du jinan li hemberî wî doz vekirin e û diyar kirin e ku, destdirêjiya wan a seksî kiriye.
Herweha ligor DW a beşê tirkî, çendîn jinan ji Swîsre jî doz li hemberî Remezan, girêdayî destdirêjiya seksî vekirin e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin