Pêwiste makezagona Sûriyê bê çêkirin

Pêwiste makezagona Sûriyê bê çêkirin

PeyamaKurd- Amerîka û 6 dewletên dinê bang li Neteweyên Hevgirtî kirin ku makezagoneka nû ya Sûriyê bê amadekirin. Ew dewlet  Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya, Misir, Urdun û Erebistana Si’ûdî ne ku wezîrên wan yên karên derve wê bangê kirin û hem bo amadekirina makezagonê, seredana Netweyên Hevgirtî kirin.

7 dewlet xwestin ku komîsyona amadekariyê ya makezagona Sûriyê bê avakirin. Her 7 dewletên navborî li New Yorkê hatin cem hev û xwestin ku teşwîqa amadekariya makezagona Sûriyê ya nû bikin. Wan dewletan di beyana xwe ya nivîskî de weha gotin:

“Mijara Sûriyê bi awayeka leşkerî çareser nabe û ji bilî çareseriya siyasî ti alternatîfek tine ye. Şer tenê aloziyê peyda dike û di herêmê de arîşeyan belave dike. Bi vê sedemê em weka wezîrên karên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya, Misir, Urdun û Erebistana Si’ûdî bo çareserkirina mijara Sûriyê dixwazin ku şerê Sûriyê raweste û bi tevlîbûna hemû layên siyasî yên Sûriyê bo amadekirina makezagona nû ya Sûriyê komîsyona makezagonê bicive û heya 31 ê cotmehê rapora xwe bide Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin