Kurdistan | Kabîneya hikûmetê berî bêhnvedanê tê pejirandin

Kurdistan | Kabîneya hikûmetê berî bêhnvedanê tê pejirandin

PeyamaKurd - Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê û endamê şandeya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê Umêd Xoşnav ragihand ku piştî gihîştina CVyên endamên kabîneya nû, dê parlamento tarîxa dengdanê diyar bike û berî bêhnvedana havînê kabîneya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bipejirîne.

Umêd Xoşnaw da xuyakirin, danûstandinên aliyên ku beşdarî hikûmetê dibin û hemû rêkeftin temam bûne û diyar kir, niha serokwezîrê hatiye erkdarkirin li benda navê namzedên aliyan e ku kabîneyê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Xoşnav da zanîn, serokatiya parlamentoyê roja civînê dê diyar bike û pejirandin û dengê baweriyê dana kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê bê kirin.

Malpera fermî ya PDKê jî ragihand ku her aliyekî di dema hatiye diyar kirin de namzedê xwe yê kabîneyê pêşkeş neke, ji bo wan prose nayê paşxistin û civîn dê di dema xwe de birêve biçe, ji ber ku serdan jî hemû bi dawî bûne û li benda wergirtina CVyan in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin