DAVOS | Nêçîrvan Barzanî bi Serokên Azerbaycan û Afganistanê re hevdîtin pêk anî

DAVOS | Nêçîrvan Barzanî bi Serokên Azerbaycan û Afganistanê re hevdîtin pêk anî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku beşdarê Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê ye, hevdîtinên xwe yên bi serok û berpirsên welatan re li Davos a Swîsreyê berdewam dike.

Nêçîrvan Barzanî îro yekem hevdîtina xwe ya rûbirû piştî hilbijartina posta seroktiyê bi Serokê Amerîka Donald Trump re pêk anî bû û piştre jî li pey hev bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokê Afganistanê Eşref Xan re hevdîtin pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî di roja yekem a korbendê 21.01.2020 de jî bi serokê Ermenistanê, wezîr û berpirsên welatên Swîsre, Tirkiye û Erebistana Siûdî re hevdîtin pêk anîbûn.

Di Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê de ku doh 21ê Çile dest pê kir, 224 panel û hevdîtin û civînên fermî encam didin û 774 beşdar jî gotaran pêşkêş dikin, yan jî di panelan de amade dibin.

Îsal li Davosê 7 pirsên cîhanî tên guftûgokirin ku ji wan yên herî girîng mijarên: germbûna erdzemînê, sedemên şewitandina beşek ji daristanên Aiwstralya û Amazonê, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de ne.

Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, ji aliyê Klaus Schwab ve di sala 1971an hat damezirandin û îsal 50 saliya wê tê pîrozkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin