PeyamaKurd- Hêzên koalîsyonê yên di bin serpereştiya Amerîkayê de ku li Sêmalka bicîh bûne, bi dewriye ya Rûsan re rû bir û man. Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye. Li ser sînor hêzên Amerîkayê rê nedan derbasbûna dewriye ya Rûsan û ev jî bû sedema gengeşeyê.
Çend roj berê jî li bajarê Hesîçayê, li navçeya Til Temirê di navbera hêzên rejîmê û hêzên Amerîka de gengeşe çêbû bû. Ev bûyera Sêmalka jî di pey bûyera Til Temirê de hat.
Duhî serê sibê dewriye ya Rûsan ku ji 6 alavan pêkdihat bo helîkopteran ve ji Qamîşloyê ber bi sînorê Sêmalka ve hereket kirin. Dewriya Rûsan li Dêrika Hemo nêzî balafirgeha Amerîkayê ku hêzên koalîsyonê weka pîsta (Ez- Zîraî) xwedanîna balafiran bikartîne, hêzên Amerîkayê dewriye ya Rûsyayê da sekinandin. Li ser rênedana hêzên Amerîkayê, dewriya Rûsan di rêya talî ya ax de li dora 20 km yan çû da derkeve ser rêya sereke. Hêzên Amerîkayê wan şopandin. Dema derketin ser rêya serke car din rêya dagera Sêmalka li ber Rûsan girtin.
Dema hêzên Rûsyayê gihan gundê Eyn Tawilê, dewriya Amerîkayê rê li wan girt û dewriya Rûsan mecbûr ma di rêya xwe de bo Qamîşloyê here.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin