PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeya nûjenkirina Balafirxaneya Mûsilê, serdana Mûsilê kir.
Li gor hat zanîn, îro Çarşemê 10ê Tebaxa 2022an, Serokwezîrê Iraqê bi serokatiya şandekê gihîşt Mûsilê û ji aliyê Parêzgarê Neynewa Nicim Cibûrî û berpirsên din ên bajêr ve hat pêşwazîkirin.
Herwiha hat eşkerekirin, Kazimî di vê serdanê de kevirê bingehîn ji bo projeya nûjenkirina Balafirxaneya Mûsilê datîne ku ji ber şerê DAIŞê, ziyaneke mezin gihîştibûyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin