PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê otobusa ku karkirên fabrîkqeyekî hildigirt, di beşa motorê de şewat derket û otobus bi temamî şewitî. Li ser bûyerê tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û agir vemirandin lê otobus bûye ku nayê bikaranîn. 15 karkirên ku di otobusê de bûn bi zahmetî rihên xwe rizgar kirin û ji otobusê bazdan derve.
Bûyer li ser rêya navbera bajarê Riha û navçeya Akçakalê çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin