Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên ligel Awusturyayê dostane û dîrokî ne

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên ligel Awusturyayê dostane û dîrokî ne

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22yê Îlonê pêşwazî li Balyozê Awusturya (Nemsa) li Urdin û Iraqê Oskar Wustinger kir.

Di civînê de behsa pêwendiya dostane û dîrokî ya Herêma Kurdistanê li gel Awusturya hat kirin û xwestên xwe yên hevbeş yên ji bo pêşxistina pêwendiyên li hemû waran de dûpat kirin, bi taybetî jî di warê danûstandina bazirganî û derfeta kar û veber‌hênana Awusturyayî li Herêma Kurdistan û Iraqê de.

Balyozê Awusturyayê herwiha xweşhaliya xwe bi avadanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û pesnê rola Pêşmerge ya di têkşikandina DAIŞê de kir.

Her du alîyan tîşk xistin li ser civîna şandeke bazirganiya Awusturyayî ku li gel birêz Balyozê Awusturya serdana Herêma Kurdistanê kirine û doh li Hewlêrê li gel hejmarek ji bazirgan û kompanyayên Herêma Kurdistanê hevdîtin û civînên wan hebû û li derfeta kar û alîkariya hevbeş û sermayeguzarî û veberhênanê vekolîn û hêvî xwestin bibê hengava vegerana kompanyayên Awusturyayî li Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî pesnê dostayetî û piştgîriya Awusturya li gelê Kurdistanê, bal kişand li ser yarmetiyên Awusturyayê bi taybetî jî demên sedsala derbasbûyî yek ji wan welatan bû yekem car dergehên xwe bi rûyê penaberên Kurdistanê de vekir, herwiha geşta rasterast a asmanî ya Hêla Asmaniya Awusturyayî di navbera Hewlêr û Viyanê de bi pireke girîng a Herêma Kurdistanê li gel cîhana derve da zanîn.

Çalakiyên Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Viyana, pejika kovid-19 li Herêma Kurdistan û Awusturyayê û çawayiya rûbirûbûna wê, şerê dijî terorê û gefên Da’îş, peywendiyên Hewlêr – Bexda, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û rewşa navçeyê bi giştî, çend aliyekî din ê civînê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin