PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ew biryara Almanya ya dirêjkirina wexta wezîfekirina leşkerên wan yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê razîye. Hukumeta Almanya di çarçoveya têkoşîna li hemberê IŞİD ê de, leşkerên ku li herêma Kurdistanê û Iraqê wezîfe dikin, wexta wezîfa wan ji bo 9 mehan dirêj kir.
Berdevkê hukumeta Almanya Steffen Hebestreit li Berlînê ragihand ku wexta wezîfekirina leşkeran heya 31 cohmehê dirêj kirine. Li ser biryarê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weha got:
“Ez ji biryara hukumeta Almanya ya ku leşkerên xwe wê li Iraqê bihêlin razî me û teqdîr dikim. Hêvî dikim ku meclisa federal jî heman biryarê bide. IŞİD hêjî ji bo aştiya navdewletî û asayîşê tehdîdekiye. Ji bo li hemberê terorê têbikoşin û terorê jinav bibin, xebata hevpar pêwiste.”
Biryara ku hukumeta Almanya daye, wê roja înê di meclisa federal de li serê bê axaftin û bikeve ber dengdanê.
Leşkerên Alman li hemberê IŞİD ê perwerda leşkerî dide Pêşmerge û artêşa Iraqê.
Di 9 ê mehê de wezîra bergiriyê ya Almanya Christine Lambrecht bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re li Hewlêrê hevdîtin kiribû û piştî hevdîtinê seredana baregeha leşkerên Almanya kiribû. Lambrecht, li baregehê bi rojnamevanan re axifîbû û di derbarê IŞİD ê de weha gotibû:
“Şerê IŞİD ê ne tenê li herêmê bandorê dike her weha li temamê dinyayê û li me teva dike. Wexta Almanya biryarê da ku alîkariya çekan ji bo Pêşmerge bike, ez di meclisê de parlementer bûm. Ji ber pêşdeçûnên li vê herêmê bandorê li Almanya jî dike. Eger em aşkera bêjin, şer hêj neqediyaye. Talûka IŞİD ê bi dawî nebûye. Helbet serkeftin heye lê dawiya şer nehatiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin