ENKS roja lidarxistina kongreya xwe ya 4emîn diyar dike

ENKS roja lidarxistina kongreya xwe ya 4emîn diyar dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro 12ê Îlonê dê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina dema kongreya xwe ya 4emîn dicive.

Li gorî ragihandina Serokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî yê Şepêla Pêşeroj û Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fadî Merhî, di civîna îro ya ENKSê de wê sazkirina çaremîn kongreya ENKSê bê gotûbêjkirin.

Biryara piştî civînên navxwe yên ENKSê roja lidarxistina kongreya çaremîn were eşkere kirin.

Herwiha tê çaverêkirin, di civînê de rewşa giştî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê were gotûbêjkirin.

Serokê ENKSê Siûd Mela çend roj berê ji PeyamaKurd re dabû xuyakirin ku wan amadekariyên xwe yên bo kongreyê bi avakirina lijneyan re temam kirine û ew dixwazin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava ve ji bo lidarxistina kongreyê astengî neyên derxistin.

Kongreya 3yemîn  a ENKSê 16 Hezîrana 2015an Ii Qamişlo hatibû lidarxistin ku kongreya 4an jî piştî 7 salan li dar dikeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin