PeyamaKurd - Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina lidarxistina kongreya xwe dicive.
Li gor zanyariyên berdest li Silêmaniyê, biryar e îro (07.09.2019) Encûmena Serkirdatiya YNKê bicive û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê ne guftûgo bike.
Hat diyarkirin jî, babeteke din a civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê, lidarxistina kongreya wê partiyê û diyarkirina roja lidarxistina wê ye.
Hefteya borî, Polîtburoya YNKê civiyabû û biryar hatibû dayîn di Encûmena Serkirdatiya wê partiyê de amadekariyên temam bo lidarxistina kongrê û diyarkirin roja wê bêne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin