PeyamaKurd – Li navça Wêranşehrê ya bi ser bajarê Rihayê di dukkana zêringer de bi sedema deynan bi çekan li hev xistin û di pevçûnê de İbrahim Nurullah Tart û keyayê (muxtar) taxê Eyyüp Advanlı jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer ber destê êvarê li taxa Kışlayê di çarşiya zêringeran de çêbû. Li gor ragihandinê; du grûb di dukkana zêringer de leqayê hev tên û ji ber deynan di navbera wan de pevçûn dertê.
Keyayê taxê Eyüp Adcvanlı û İbrahim Nurullah Tart giran birîndar bûn û tîmên tendursitiyê wan birin nexweşxana dewletê ya Wêranşehrê û li wê derê her du kesan can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin