PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên medya cîhanê, xelkê Misirê amadekariya ku li dijî Serokomar Ebdulfetah es Sîsî û rêveberiya Qahîreyê dest bi xwepêşandanên protestoyî dikin.
Hat diyarkirin ku ji ber sedemên xirabûna rewşa aborî û binpêkirinên mafên mirovan û girtina bi hezaran kesan bi hincetên siyasî, dê li Misirê protesto dest pê bikin.
Wekî dema destpêkirina xwepêşandanan jî dema lidarxistina Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP27 hatiye hilbijartin ku di navbera 6-18ê meha Mijdarê de li misirê tê lidarxistin.
Tê çaverêkirin ku di dema lutkeyê de xelk dakeva kolanan û li dijî rêveberiya Misirê ya Sîsî meş û protestoyan li dar bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin