PeyamaKurd - DYAyê li Yemenê fuzeyekî û rampa pê fuzê davêjin ya Hûsiyan îmha kir. Hêzên DYAyê ragihandin ku îmhakirina fuze û rampa wê, ji bo azadiya seyrûsefera deryayê û ji bo ava navdewletî bêhtir bi ewle bikin, kirine.
Ragihandina bûyerê ji aliyê fermandariya Hêzên Navendê (CENTCOM) ya DYAyê de, di ser hesabê Xê de hat kirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku çekên han ji bo hêzên koalîsyonê û keştiyên bazirganî yên li herêmê tehdîdin.
Hûsiyên Yemenê ji 31ê Cotmeha 2023an heya niha li Yemenê û Derya Sor dest datînin ser keştiyên Îsraîlê û yên gelek dewletên din, bi fuzeyan li wan dixin û ji bo ji wan pere bistînin, dest datînin ser keştiyên wan.
Bi sedema van tevgerên Hûsiyan, gelek şîrket seferên xwe yên di Derya Dor de, dane rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin