Ûkrayna îxracata dexlê ya ji bo Polonyayê da rawestandin

Ûkrayna îxracata dexlê ya ji bo Polonyayê da rawestandin

PeyamaKurd – Li Polonyayê bi sedema ku Ûkrayna dexlên erzan difroşe Polonyayê, dexlê ku li Polonyayê tê çandin, di destê cotyaran de dimîne û nikare bifroşe bazara xwe. Li ser mijarê, cotyar xwepêşandanan kiribûn li ser xwepêşandanan wezîrê Polonyayê yê geşepêna gundan û çandiniyê Henryk Kowalczyk îstîfa kiribû.

Do, di şûna wezîrê berê de Robert Telus li ser kursiyê wezîrtiyê rûnişt û ragihand ku Ûkrayna biryarê daye da dexlê îxracê Polonyayê neke. Wezîr Robert Telus îro li deriyê navbera Ûkrayna-Polonyayê li deriyê Dorohusk-Jagodzinê bi wezîrê çandiniyê yê Ûkrayna re, bi Mikola Solski re civiyaye.

Di civînê de her dû wezîr li ser mijarê axifîne û wezîrê Ûkraynî ragihandiye ku ew ji rewşa cotyarên Polonyayê fêm dike û wê dexl neşîne Polonyayê.

Ûkrayna, wê tenê di ser Polonya de dexlên xwe transît bişîne welatên din û kontroleka baş bike da dexlên Ûkraynayê li Polonyayê nemîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin