PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eylateta Turkistan a Qazaxistanê nêzîkî bajarê Arisê di depoyeke çekan de teqîn çêbû û şêniyên bajêr bi otobusan hatin derxistin.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Hawarçûnê û Rewşên Awarte ya Qazaxistanê, teqîn îro li saetên sibehê rû daye û bi bi lezgînî destwerdana bûyerê hatiye kirin ku bi 56 otobusan jî şêniyên bajar bo deverên din hatine veguhestin.
Wezareta Berevaniyê jî ragihand ku bi qasî nîvî zêdetirê cebilxaneyên di depoyê de teqîyane û ji xeynî mirina 2 kesan bi qasî 60 kesan jî birîndar bûne.
Depoyên çekan ên dema Yekîtiya Sovyetê li bajarê Aris hîn jî mane ku depoya teqîyaye yek ji wan depoyên herî mezin a cebilxaneyan e.
Rayedarên Qazaxistanê hîn li ser sedema wê teqînê ti agahî belav nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin