PeyamaKurd – Li Sûriyê li gundewarên Şamê li devera Dumeyrê di depoya muhîmmatê ya aîdê wezareta bergiriyê de teqînên dijwar çêbûn.
Dengê teqînan li seranserê Dumeyurê hatiye bihîstin û îtfaiye û tîmên bergiriya sîvîl şandine deverê. Teqîn li nêzî Dumeyrê li pişt istasyona Zehrayê qewimiye.
Çavkaniyekî ewlehiyê mijarê piştrast kiriye lê gotiye ku li ser xesara canî û maddî heya niha agahî bi dest nexistine.
Devera Dumeyrê li nêzî bi 45 km yan dikeve Bakûrê Rojavayê Şamê.