PeyamaKurd – Li Îstenbolê keştiya ku dirêjahiya wê 295 metreye ya bi navê CHENG MAY ê û bi ala Liberyayê ye, ji Kolombiyayê diçû lîmana Zonguldakê, di Buhira Îstenbolê de xera bû. Di keştiya barhilgir de komir heye û siet di 16.45 an de ariza kir. Parêzgeha Îstenbolê mijarê weha ragihand:
“Keştiya bi ala Liberyayê ya ji Kolombiyayê diçû lîmana Zonguldakê ya bi dirêjahiya 295 metreyî ya bi navê CHENG MAY ê, siet di 16.45 an de makîna wê xerabûye. Romorkên rizgarkirinê yên rêvebiriya peravê û tîmên fermandariya ewlehiya peravê, bilez hatine şandin ji bo ciyê bûyerê.
Di keştiyê de li dora 170 hezar ton komir heye û Buhira Îstenbolê ji bo demekî ji çûnûhatêre hatiye girtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin