Nûnera NY ya Amerîka serdana xwe ya Tirkiyê betal kir

Nûnera NY ya Amerîka serdana xwe ya Tirkiyê betal kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serdana Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Linda Thomas-Greenfield ku biryar bû derbasî Tirkiyê bibe û biçe ser sînorê Sûriyê hatiye betalkirin.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Amerîkayê Linda Thomas-Greenfield, beriya niha ragihandibû ku divê Rûsya ji endamtiya daîmî ya Asayîşa Navdewletî ya NY were derxistin.

Li ser betalkirina serdanê hatiye gotin, "Serdana Tirkiyê ya Thomas-Greenfield a 9ê Gulanê hatiye bipaşxistin.”

Li ser paşxistina sedema serdanê ti agahiyek nehatiye belavkirin, lê hatiye gotin ku wê Thomas-Greenfield di navbera 9-10ê Gulanê de li Brukselê beşdarî Konferansa 6emîn a Piştevaniya Sûriya û Dahatuya Herêmê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin