Leyla Guven berî rakin nexwesxanê axivî: Me û gelên Tirkiyê qezenc kir

Leyla Guven berî rakin nexwesxanê axivî: Me û gelên Tirkiyê qezenc kir

PeyamaKurd - Piştî bidawîanîna grevên birçîbûnê, Parlamentara Colemêrgê ya HDPê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di 8ê Mijdara 2018an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê yekem kesa dest bi greve birçîbûnê kiribû û îro di roja 200emîn a grevê de bû, rakirin nexweşxaneyê.

Dema ku li Diyarbekirê Leyla Guven bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin daxuyaniyek da.

Guven wiha axivî: “Ez spasiya her kesên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiya me, dikim. Ev berxwedaneke kolektîf bû. Bi vê berxwedanê gelên Tirkiyeyê qezenc kirin. Derketina derve ya dengê birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navin pir girînge. Xwezî berî ku winda çêbûban, me bi ser bixista. Dilê me xemgîn e. Lê bi rastî berxwedanê qezenc kir û zindanan qezenc kirin.”

Hevdem parlementerên HDPê Dersim Dag ku ji 3yê Adarê ve û Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ku ji 8ê Adarê ve li avahiya HDPê ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn jî ji bo tedawîkirinê rakirin nexweşxaneyan.

Girtiyan piştî daxuyaniya Ocalan dawî li greva birçîbûnê anî

Parêzeran nameya Ocalan xwend: Li bendê me...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin