PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius modela leşkeriyê ya nû ya ku bi armanca zêdekirina personel a Artêşa Almanyayê amade kiri pêşkêşî parlamenê kir.
Di modêla ku pêşkêşî Komîteya Parastinê ya Bundestagê hate kirin de, leşkerî nayê ferzkirin, lê belê pêşbînî dike ku hemî hemwelatiyên Alman ên ku ji bo leşkeriyê guncan in bêne tomarkirin û ji hemî xort û jinên ji 18 salî mezintir re formeke pirsnameyê bê şandin.
Ji mêrên ji 18 salî mezintir re bersivandina pirsnameyê ferz e, lê belê ji jinan re ne ferz e. Li gorî agahiyên di formê de hatine dayîn, tê payîn ku kesên ku li pîvanên leşkeriyê diguncivin ji bo kontrola tenduristiyê bêne vexwendin.
Tê plankirin ku ji bo kesên ku dixwazin leşkeriyê bikin 6 meh leşkeriya bingehîn bê dayîn û heke bi xwebexşî vê erkê bidomînin wê ev dem bibe 17 meh.
Armanc 460 hezar personel e
Bi vî awayî Wezîrê Parastinê Pistorius armanc dike ku her sal 5 hezar kesên nû tevlî artêşê bike. Niha di artêşa Almanyayê de nêzîkî 184 hezar personelên çalak hene. Armanc ew e ku heta sala 2031an ev hejmar bibe 203 hezar û tevî yedeg û personelên din, hejmara giştî ya artêşa Almanyayê bibe 460 hezar.
Plana ku Pistorius amade kir ji Partiya wî ya Sosyal Demokrat piştgirî wergirt. Cîgirê Berdevkê Polîtîkayên Parastinê yê Koma Parlamenê ya SPDê Dirk Vopel, di derbarê planê de got: "Em piştgiriyê didin plana Wezîrê Parastinê Pistorius a ji bo zêdekirina hejmara hêzên xwe yên çekdar amade kirine."
Vopel, her wiha da zanîn ku ji bo parastina welat wê bêtir leşker hewce bike û got: "Grîngîdayîna guherîna serdemê, tê wateya bidestxistina bêtir kesên ku xizmeta leşkerî didin Artêşa Federal (Bundeswehr).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin