Keçeke Kurd a Êzîdî ji Kampa Holê hat derxistin

Keçeke Kurd a Êzîdî ji Kampa Holê hat derxistin

PeyamaKurd – Keçeke Kurd a Êzîdî, ji aliyê Mala Êzîdiyan a li Herêma Cizîrê bi alîkariya Asayîşa Rêveberiya Xweser ve ji Kampa Holê hat derxistin.

Mala Êzîdiyan bi daxuyaniyekê eşkere kir, piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê di Tebaxa 2014an de Rosîta ji aliyê wê rêxistinê ve hatibû revandin û piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê yê parêzgeha Dêrezorê ku pêgeha dawî ya wê rêxistinê bû, ew bo Kampa Holê hatibû birin, lê ji tirsa endamên malbatên çekdarên DAIŞê wê newêrîbû nasnameya xwe eşkere bikira, tevî ku wê gelek caran hewl dabû peywendiyê ligel kesûkarên xwe bike.

Rosîta di sala 2006an de ji dayik bûye, 3yê Tebaxa 2014an DAIŞê bavê wê û sê apên wê kuştibûn, dayika wê jî ji ber ku nekeve destê DAIŞê xwe kuştibû û herwiha ew jî bi xwe re biribûn.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Mala Êzîdiyan eşkere kir, Rosîta Hecî Baco gotiye ew ê bi malbata kurê apê xwe yê li gundê Tilqeseb a Şingalê ye re bijî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin