PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku 139 kesên tûşî vîrusa korona bûne ji ber pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê, bi vîrusa korona ketine û got, ev nîşaneyeke metirsîdar e.
Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî got: “Sedema pêketina 139 kesan ku rêjeya ji sedî 79 ji koma hemû pêketiyan e, ji ber pabendnebûna wan bi rênimayên tenduristiyê û vegirtina ji hevdu ne.”
Dr. Saman Berzincî destnîşan kir, “Ev hejmar nîşaneke metirsîdar e, tika ye hemû welatî agahdar bin û ji malê dernekevin û bi kesên din re têkel nebin, ji bo karesata belavbûna korona rû nede.”
Heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyên vîrusa korona gihîştiye 176 kesan, ji wan 2 kesan can dane û 61 kes jî bi temamî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin