PeyamaKurd - Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî got, ji bo pêşîya êrîşên Tirkiyê yên bi ser Şingalê de bigirin, divê PKK ji sînorên Herêma Kurdistanê were dûrxistin.
Esîl Nuceyfî, îro 24ê Hezîranê li ser hesabê xwe medya civakî derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyanî da û got, bi dawîbûna êrîşên Tirkiyê yên ser Şingalê re divê berpirsên Iraqê PKKê ji Şingalê derxin û xelkê penaber jî vegerin ser malên xwe.
Nuceyfî da zanîn ku PKKê çend îdareyên xwecihî ava kirine û ew îdare ne bi ser Iraqê ve ne û got, PKKê desthilata xwe bi ser qezaya Mexmûrê de jî sepandiye û hefteya borî balafirên şer ên Tirkiyê Mexmûr bombardiman kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin