PeyamaKurd – Ajansa Reutersê derbarê rewşa Tirkiyê de analîzek belav kir û li ser hilbijartinên sala 2023yan ên Tirkiyê îhtimala ji nû ve hilbijartina Erdogan nirxand.
Li gorî analîza Reutersê ji bo serkeftina hilbijartinê berî her tiştî rewşa aboriya Tirkiyê ya ji sala 2013an ve ketiyê divê were berevajîkirin.
Di nirxandinê de hatiye gotin ku hilbijartina Erdogan girêdayî vegerandina rewşa aboriya Tirkiyê bo beriya sala 2013an e.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 12 mehên pêşiya me ji bo ku Erdogan biryara hilbijartineke pêşwext bide ne guncav e û encamên anketan jî vê yekî piştrast dikin.
Reutersê diyar kiriye ku piştî rayedarên di cihên krîtîk ên rêveberiya aboriyê de ji AKPê cuda bûne, rewşa aboriya Tirkiyê xira bûye û nirxê lîreyê tirk ji sala 2013an ve ji sedî 75 li hember dolar ketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin