PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Şedadê ku dikeve başûrê bajarê Hesekê, encamên operasyona li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazorê hatiye kirin, ragihand û got, di operasyonê de gelek çek û teqemenî hatine desteserkirin û zêdetirî 40 kesî jî dîl hatine girtin.
Dema DAIŞê di Baxozê de têk çû û HSD serkeftina xwe ragihand, ji raya giştî re got: DAIŞ li ser xakê têk çûye, lê şerê li dijî rêbaz û şaneyên razayî dê berdewam be.

Di konferanseke rojnemevaniyê de fermandariya HSD ragihand, di yekemîn operasyona li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê ya ku di 15 meha Gulanê de despê kir û tenê 2 rojan dom kir. Fermandarên HSD dibêjin, armanca wan ji vê operasyonê ku rewşa ewlehiya herêmê piştî DAIŞê dabîn bikin, da ku xelkên deverê bi aramî bijîn.
Fermandarê ku ev operasyon birêve bir Dijwar Heleb ragihand, “Nêzîkî 5 hezar şervan tevlî vê operasyonê bûn. Dê operasyonên me berdewam bin. Armanca me ji vê operasyonê ew e, ewlehiya gelê Dêrazorê biparêzin. Me 42 çete girtin.”
Fermandariya HSD dibêje, herêma Dêrazorê herêmeke dewlemend e bi kêlgehên neftê û hemû alî dixwazin vê herêmê kontrol bikin. Piştî serkeftinên HSDê li dijî DAIŞê, şanên veşartî û hin aliyên din kesên sivîl bikar tînin da ku tevlîheviyan çêbikin, ji ber wê jî wê operasyon li sta hewayî berdewam be, heta ku Dêrezor ji DAIŞê û hevalbendên wê paqij bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin