PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bajarokê Dîbanê yê Dêrazorê di encama operasyoneke hêzên wan de 2 terorîstên DAIŞê hatine girtin û mikurhatinên wan jî belav kir.
HSDê ragihand ku yek ji girtiyan zarokekî 14 salî ye û ji bo ku êrîşên xwekuj pêk bîne, hatiye perwerdekirin.
HSDê diyar kiriye, roja 15ê Sibatê hêzên wan li bajarokê Dîbanê yê Dêrazorê operasyonek li dar xist û 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin. Hedef û armanca van her du çekdaran jî herêma Rêveberiya Xweser a li rojhilatê Dêrazorê bûye.
HSDê eşkere kir, Tariq Reşîd Seîd El-Hemo bi nasnav Usama Qerdaş ku welatiyê Iraqê ye, di çend şerên li gel rêxistina terorîst a DAIŞê de beşdar bûye û destên wî di xwîna gelek mirovên bêguneh de heye. Tevî çekdarê 14 salî yê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ji bo êrîşa herêma rojhilatê Dêrazorê ji çolistana Palmîra derbasî Dêrazorê bûne.
Li gorî daxuyaniyê, DAIŞîyê 14 salî yê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ku malbata wî li Tirkiyê ye, derbasî Sûriyê bûye û ji wir tevlî DAIŞê bûye ku bavê vî jî endamekî DAIŞê bû û li Helebê hatibû kuştin.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hat gotin: “Dema ku hêzên me sala 2019an şerê dawî yê li Baxozê de ev çete û malbata wî ji aliyê hêzên me ve hatin girtin û li kampa Holê hatin bicihkirin. Ji ber temenê wî yê biçûk di nav rêxistina Eşbal El-Xîlafe ya DAIŞiyan de ji bo zarokan bi rêxistin kiribû, cih digirt. Li vir gelek caran perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya DAIŞê dîtiye. Li gorî mikurhatinên çekdarê bi navê Ferhad, ew bi rêya rêxistina bi navê ‘Behar’ ji kampa Holê hatiye derxistin û karê wî yê li kampê bi temamî hatiye rawestandin. Rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo pêkanîna êrîşê, çekdarê 14 salî bi rêbazê xwekuj û întîharî dişîne Dêrazorê.
Her du çete jî bi operasyonekê hatin girtin. Di mikurhatinên wan de jî diyar dibe ku dê li herêmê tevlîhevî derxistana. Bi vê operasyonê ev êrîş ji aliyê hêzên me ve hat astengkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin