PeyamaKurd – Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi destpêka meha Hezîranê re hejmara mirî û pêketiyên vîrusa koronaya nû Covid-19 gelekî zêde bûye ku rewş gihîştiye asteke metirsîdar.
Walîyê nû yê Diyarbekirê Munîr Karaoglu yekem civîna çapemeniyê derbarê rewşa nexweşiya koronayê li bajêr li dar xist û ragihand, heta niha 54 kesan ji vîrusa koronayê can daye û 20 nexweş jî di beşa hûrnêrînê de û rewşa tenduristiya wan nebaş e.
Walîyê Diyarbekirê got ku niha 205 nexweş li nexweşxaneyan têne tedawîkirin û ji 20 nexweşên hûrnêrînê 6 ji wan girêdayî amûra oksîjenê ya henasedanê de ne.
Li gorî Karaoglu temenê wan nexweşan di ser 65 saliyê re ne.
Herwiha li gorî zanyariyên dawî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî rewşa nexweşiya vîrusa koronoyê di asteke krîtîk de ye û bi taybet piştî 1ê Hezîranê ku tedbîr li seranserê Tirkiyê hatine sistkirin hejmara pêketiyan zêdetir bûye.
Li gorî amarên fermî li Wanê heta niha 10 kesan ji koronayê can daye. Hat diyarkirin ku niha 700 nexweşên koronayê li Wanê hene û 18 hezar kes jî di karantînayê de ne ku hejmar her diçi zêdetir dibe.
Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 186 hezar 493 kes bi koronayê ketine û hejmara miriyan jî gihîştiye 4 hezar û 927 kesan ku rojane bêhtirî hezar kes bi Covid-19 dikevin û bi ser 20 kesan re jî can didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin