PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Îranê Brian Hook, gef li Fermandarê şûngirê Qasim Silêmanî yê Feyleqa Qûds a Pasdarên Îranê xwar.
Brian Hook ji bo fermandarê ketiya şûna Silêmanî, Îsmaîl Qanî got, “Heger di riya ku Qasim Silêmanî çûye di here, dê çarenivîsa wî jî wisa be.”
.jpg)
Hook, di gotara xwe ya li Forûma Aborî ya Cîhanê Davosê de, li ser kuştina Qasim Silêmanî da xuyakirin, “Valahiyeke ku rejîma Îranê nikare cihê wê dagire çêbûye.”
Brian Hook herwiha got ku dorpêçên Washington li ser Tehranê disepîne, ne bi gotinên Wezîrê Derve Cewad Zerîf, ji ber kiryarên welatê wî pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin