Tankêra petrolê ya Emaratan li Hurmizê wenda bû

Tankêra petrolê ya Emaratan li Hurmizê wenda bû

PeyamaKurd- Tankêra petrolê ya ser behrê ku ya dewleta Emaratane, ji roja şemiyê û heya niha wenda ye. Bûyer tîne bîra mirov ku dibe Îran mîsîleme kiribe û dest danîbe ser tankêrê. Lê di mijarê de heya niha ji Îran û Emaratan ti agahiyek nehat ragihandin.

Li gor ragihandina ajansa Associated Pressê; tankêra Emaratan ji roja şemiyê heya niha xuya nîne û di Buhira Hurmizê de, piştî ku berê xwe daye Îranê ji nîşkave wenda bûye. Tankêr herî dawiyê roja şemiyê îşaret şandiye bo navenda xwe. Tankêr bi bandira Panamayê ya bi navê Riahê ye. Analîstê şîrketa Refinitivê ya ku tankêran dişopîne, Ranjith Raja behsa tankêrê kir û got ku ev 3 mehe tanker sîstema xwe ya şopandinê negirtiye û ‘ev îşareta talûkê ye.’

Tevî heya niha deng ji Emaratan û Îranê derneketiye, fermandariya filoya 5 emîn ya xebatên Amerîkayê yên leşkerî di herêmê de dimeşîne, di mijarê de, ji şirovekirina bûyerê xwe dûr dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin