PeyamaKurd – Banka Razemenî û Veberhênanê ya Ewropayê, ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê şandina pere û krediyê bo Tirkiyê rawestan.
Rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeinen Zeitungê ragihand ku bankayê pereyên ku plan dikir bide tirkiyê rawestandiye.
Li gorî nûçeyê Bankaya Razemanî û Veberhênanê ya Ewropayê wê pereyên ku ji bo projeyên di nava salê de bên kirin pereyên ku divê bide Tirkiye neşîne û bersiva neyînî bide.
Banka Ewropî herî dawî ji bo projeyeke kanalîzasyonê ya Tirkiyeyê ku di nava salê de serî lê dabûn, şandina 67 milyon Euroyî bo Tirkiyê pejirandibû.
Yekîtiya Ewropayê di kombûna xwe ya dawî de, êrîşên Tirkiyê şermezar kiribû û banga vekişîna ji Sûriyê û rawestandina êrîşan kiribû û diyar kiribû ku dorpêç jî di rê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin