PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî bi qasî 20 salan hêzên NATOyê ji Afganistanê vedikişin ku vekişînê îro Înê dest pê kiriye.
Berpirsekî NATOyê ji AFPê re ragihandiye, “Vekişînê dest pê kir. Wê pêvajoyeke bi rêk û pêk, bi hemahengî û plankirî be. Ewlehiya yekîneyên me di her gava rêwîtiyê de wê bibe karê sereke.”
Berpirsê NATOyê ku ji ber ewlehiyê navê xwe nedaye, li ser vekişîna koma destpêkê leşkeran û hejmar û welatê wan zanyarî nedan.
Herwiha çavkaniyê gotiye, heger di dema vekişînê de Talîban êrîş bike ew dê ‘bersiveke xurt’ bidin û da zanîn, “Vekişîn wê di nava çend mehan de temam bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin