PeyamaKurd - Komara Qibrisê piştî êrîşên dawî yên balafirên bêmirov (dron) ên Îranê ku baregeheke Brîtanî li giravê kirin hedef, xebatên xwe yên ji bo tevlêbûna NATOyê ji nû ve bilez kir.
Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides di daxuyaniyekê de ji bo kanala Yewnanî Skai ragihand ku eger şert û merc dest bidin, ew amade ne tavilê serlêdanê bikin.
Christodoulides diyar kir ku tevî astengiyên siyasî yên girêdayî Tirkiyeyê, wan di asta leşkerî, îdarî û operasyonel de amadekariyên pêwîst dest pê kirine.
Di vê navberê de, piştgiriyeke navneteweyî ji bo vê gavê derket holê.
Cîgirê Serokê berê yê Komîsyona Ewropayê Margaritis Schinas piştgirî da endametiya Qibrisê û îdia kir ku ev yek dê aramiya li Başûrê Ewropayê bi awayekî berbiçav zêde bike. Lê belê, Enqere bi tundî li dijî vê pêşniyarê derdikeve.
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê daxwaza Qibrisê wekî "pêşkeftinek nayê qebûlkirin" bi nav kir û bi bîr xist ku ji ber ku biryarên berfirehkirina NATOyê bi yekdengiyê tên girtin, tu welatek bêyî erêkirina endamên heyî nikare bibe endam.
Piştî êrîşa 2ê Adarê ya li ser baregeha Akrotiri, gelek welatên Ewropî dest bi piştgiriya leşkerî ya bo Qibrisê kirine.
Brîtanyayê biryar daye ku helîkopterên dijî-dronan ên cureya Wildcat û keştiya şer a HMS Dragon bişîne herêmê. Her wiha welatên wekî Îtalya, Spanya, Fransa û Holandayê jî ji bo bihêzkirina ewlehiya giravê keştiyên xwe yên şer ber bi herêmê ve şandine.
Ev liv û tevgera leşkerî nîşan dide ku piştî şerê li gel Îranê, girîngiya stratejîk a Qibrisê ji bo ewlehiya hewayî û deryayî ya NATOyê di Rojhilata Navîn de zêde bûye.