‘800 endamên Îxwanê bûn hemwelatiyên Tirkiyê û endamên AKPê’

‘800 endamên Îxwanê bûn hemwelatiyên Tirkiyê û endamên AKPê’

PeyamaKurd - Rojnameya Lubnanî Al-Akhbar li ser zarê berpirsekî Tevgera Birayên Misilman (Îhwan el-Muslîmîn) ragihand ku berpirsên rêxistinê û çalakvanên ciwan jî di nav de, 800 endamên wan hemwelatîbûna Tirkiyê wergirtine.

Rojnameyên da zanîn ku Rêxistina Birayên Misilman komîteyek ava kiriye û endamên wan ên ku dixwazin hemwelatiya Tirkiyê werbigirin, dikarin serî li wê komîteyê bidin.

Jêderê Al-Akhbarê herwiha ragihandiye ku ew kesên bûne hemwelatiyên Tirkiyê, herwiha bûna endamên AK Partiyê jî.

Endamên Îhwan ên bûne hemwelatiyên Tirkiyê, dikarin li Tirkiyê ji hemû mafên hemwelatiyan mifayê bistînin.

Hêjayî gotinê ye, Îxwan li Misirê wekî rêxistineke terorî tê nasandin û demek e li Amerîkayê jî nîqaş li ser têne kirin ku bixin lîsteya terorê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin