Kerkûk | YNKê Ala Kurdistanê ji ser hin navendên xwe rakir

Kerkûk | YNKê Ala Kurdistanê ji ser hin navendên xwe rakir

PeyamaKurd – Hat ragihandin, YNKê ala Kurdistanê ku li ser çend navendên xwe yên Kerkûkê bilind kiribû, anî xwar.

YNKê piştî radestkirina Kerkûkê li 16ê Cotmeha 2017an de ji aliyê grubeke xiyanetkar di heman partiyê de, cara yekemîn çend roj berê ala Kurdistanê li navendên xwe yên Kerkûkê bilind kiribû.

Piştî vê hewla YNKê ji aliyê Iraqê ve bertekên tund hatibûn nîşandan û li ser mijarê hikûmeta Iraqê doz li YNKê vekiribû.

Hat zanîn ku YNKê ala Kurdistanê ji ser hin navendên xwe yên Kerkûkê rakiriye û tenê li ser nivîsgeha giştî ya YNKê ala Kurdistanê maye.

Li gor rayedarên YNKê, heta ku dadgeh mijarê yekalî bike dê ala Kurdistanê li ser Polîtboruya YNKê û Melbenda Kerkûkê ya YNKê bimîne, lê ji ser baregehên komîteyên YNKê tê rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin