Keyubî Mesrûr Barzanî pîroz kir

Keyubî Mesrûr Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Hesen Keyubî pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Bi minasebeta bawerîdana Parlementoya Kurdistanê bi hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Barzanî Cîgirê Yekem Parlementoya Iraqê Hesen Keyubî peyama pîrozbahiyê bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kir.

Peyama Hesen Keyubî wiha ye:

Silav li we  be, cenabê serokê birêz

Hezar caran pîroze mitmanedan bi hikumeta we, hêvîya serkevtinê bo we û bo kabîneya hikumeta we dixwazim. Bi hêvîya xêr û xweşîyê bo gelê Iraqê û Kurdistanê.

Birayê we

Cêgirê Yekem ê Civata Nûnerên Iraqê

Hesen Keyubî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin