Li Serêkaniyê ciwanekî Kurd hat revandin û îskence kirin

Li Serêkaniyê ciwanekî Kurd hat revandin û îskence kirin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyê herêmê leşkerên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wan li Serêkaniyê ciwanê bi navê Yûsif Ehmed revandin û îşkenceyeke giran lê kirin.

Hat diyarkirin ku ciwanê bi navê Basil Yûsif Ehmed ê ji Serêkaniyê ji aliyê wan çekdarên ketine Serêkaniyê ve hatiye revandin û aqûbeta wî nediyar e.

Li gorî wêneyê hatiye parvekirin tê gotin ku Ehmed bi awayekî hovane rastî îşkenceyeke giran hatiye.  

Xelkê herêmê dibêje, heman wekî bûyerên Efrînê, li Serêkaniyê jî dizî, talan, revandin û xwestina fîdyeyê berdewam dike ku niha ew kiryar ji aliyê komîteyên Rêveberiya Rojava ve têne belgekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin