Serokwezîr peyamek ji bo salvegera bombebarankirina Qeladizê belav kir

Serokwezîr peyamek ji bo salvegera bombebarankirina Qeladizê belav kir

PeyamaKurd –   Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê, peyamek belav kir û da zanîn: “Em serê rêzgirtinê li ber şehîdên karesata bombebarankirina Qeladizê ditewînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya li ser facebookê de diyar kir: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ya di 24ê Nîsana 1974an de ji aliyê rejîma dîktator a Beisê ve ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna bi sedan kesên bêtawan ku beşeke wan a mezin xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn, ku wê demê li Qeladizê bû.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Herwiha di 24ê Nîsana 1982an de, rejîma Beisê tawaneke din li hember wî bajarî encam dabû xwepêşandanek gullebaran kir ku ji bo rêzgirtina li qurbaniyên bombebarana Qeladizê hatibû sazkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em serê rêzgirtinê li ber şehîdên van du karesatan ditewînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin