PeyamaKurd- Bajarê Meletiyê bajarê mişmişa ye û piraniya hilberîna mişmişan li Meletiyê çêdibe. Pêdiviya gelek welatên dinyayê ji Meletiyê tên temînkirin. Bi wê sedemê, her sal li Meletiyê festîwala navdewletî ya çandê, kiryarên hunerî û mişmişa tê lidarxistin. Piştî 5 salan car din festîwala 23emîn ya mişmişa hat lidarxistin.
Piştî sala 2013an an ku piştî 5 salan navber kete navê, car din heman festîwal hat çêkirin û fastîwal bi korteja meşê destpêkir. Parêzger, şaredarê şaredariya mezin û yên bajarên din, temsîlkarên rêxistinên sîvîl bi xelkê re meşiyan. Fişekên hewayî hatin teqandin û bi tonan mişmişên tere li xelkê hatin belavkirin.
Bi sedema ku di şevê de meş destpêkir, di destê xelkê de meşale hebûn û kuçe û kolanên Meletiyê rohnî dikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin