Wezîrê Îranê: Wê Îsraîl ji bo derxistina ser êrîsî Amerîkîyan bike!

Wezîrê Îranê: Wê Îsraîl ji bo derxistina ser êrîsî Amerîkîyan bike!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf îdia kir ku li gorî zanyariyên îstîxbaratî yên nû gehîştine destê wan, îstixbarata Îsraîlê plan danîye ku êrîşî ser Amerîkîyan bike ji bo ji Trump re hinceteke sexte ya şer çêbikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Donald Trump dixwaze nekeve xefka saziyên îstîxbarata Îsraîlê û dibêje, her êrîşeke ser wan bê kirin ew dê bersiveke tund bidin û êrîşî dost û hevalên te (Trump) yên herî nêzîk bikin.

Hêjayî gotinê ye, Cewad Zerîf ev parvekirina xwe di dema salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendis de ku 3ê Çileya 2020ê li Bexdayê bi droneyên Amerîkayê hatibûn kuştin belav kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin