PeyamaKurd- Wezîra bazirganiyê ya Tirkiye Ruhsar Pekcan û wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Wilbur Ross di meha nîsana borî de li Amerîkayê hatibûn cem hev û di civînê de behsa rêyên zêdekirina hecma bazirganiya navbera her dû welatan kiribûn. Bo pêşdebirina bazirganiyê jî grûbeka hevpar avakiribûn.
Her dû wezîr îro li Tirkiyê hatin cem hev û hevdîtineka bazirganî kirin. Pekcan di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Me behsa gavên ku bên avêtinê yên di derbarê bazirganiya navbera me de, da derê 100 mîlyar dolarî, kir. Di hevdîtina me de îxracata me ya bo Amerîkayê di babeta karê hewayî ya sîvîl, otomotîv, sanayiya îhtîyadî ya otomotîvê, mucewher, mobîlya û tekstîlê kir û bo şiyanên xwe bixin nav tevgerê kir û me behsa em ê çawa alîkariya şîrketên xwe bikin û bo wan bernameyan deynin, kir. Me li ser van lihev kir û em ê di demeka nêz de pêvajoyê bidin destpêkirin. Her weha me behsa astengiyên li pêşiya bazirganiyê kir da em wan ji holê rakin.”
Wezîra Pekcan ragihand ku dê di 10 ê êlûnê de wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Wilbur Ross bo pêwendiyan bi şîrketan re deyne, dê car din here Ankara. Di 10 ê mehê de wê nexşeya bazirganiyê ya navbera her dû dewletan zelal bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin