Serok Barzanî bi balyozê Rûsya yê Iraqê re civiya

Serok Barzanî bi balyozê Rûsya yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 2yê Kanûnê li Selaheddîn pêşwazî li Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov û şanda li gel wî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Balyozê Rûsya yê li Iraqê silavên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov bi Serok Barzanî gihand.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê hat guftûgo kirin û herwiha bal kişandin ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Di beşeke din a civînê de tekezî li ser berfirehtirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê de kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin