Rewsa dawî ya Covid-19 a Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin

Rewsa dawî ya Covid-19 a Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand; 11 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 11 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Tebqayê û 1 kes li Kampa Holê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re, hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê hatine gihîşt 18574 kesan, ji wan 1881 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin