PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, xortekî 17 salî bi navê Mehmed Okmen ku ji bo xwe hênik bike ket nav çemê Dicleyê di çem de winda bû û xeniqî.
Hat zanîn ku ew xort ji bajarê Stenbolê çûye navçeya Sûrê bo serdana xizmên xwe û ji bo xwe hênik bike ketiye nav ava çemê Dicleyê.
Mehmet Okmen dema dikeve çem ber avê de diçe û ji ber çavan winda dibe. Piştî ku welatî berpirsa agahdar dikin, tîmên hawarçûnê û ambulans tên cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku piştî xebata tîmên rizgarkirinê termê Okmen ji nav çem hatiye derxistin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin