PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta koça dawî ya zanayê olî û rêberê berê yê Tevgera Kurdistanê Şêx Sidîq Abdulezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê peyam wiha ye:
Li peyamek da birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, serxweşiyê li malbata Şêx Sidîq Abdulezîz kir ku naveroka wê jî wiha ye:
Pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Şêx Sidîq Abdulezîz zanayê olî û rêberê berê yê Tevgera Îslamî li Kurdistanê dikîn ku îro koça dawiyê kir.
Hevxemê malbat û kesukarên wan yê birêzîn, xwedayê mezin xwedê jêrazî bi bihûşta xwe şad bike û sebir û hedarê bi wan bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin