Kobanî | Di kargeha keviran de teqîneke mezin çêbû: Gelek karkeran can da

Kobanî | Di kargeha keviran de teqîneke mezin çêbû: Gelek karkeran can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 17ê Îlonê li herêma bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, di kaneke keviran de teqîneke mezin çêbû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî di encama teqîna ku li kana keviran a li navçeya Hemdûn a Kobanîyê çêbûye de, 6 karkeran can daye û hejmarek karker jî birîndar bûne.

Herwiha hin çavkanî dibêjin, hejmara miriyan 4 kes in û birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Hat diyarkirin ku teqîn ji ber şaşiyeke teknîkî ango bikaranîna şaş a madeyên kîmyewî yên ruxandina keviran çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin