Koçberên kampa Newrozê rûbirûyî sermayê û hilweşîna konan e

Dîroka Weşanê :
Koçberên kampa Newrozê rûbirûyî sermayê û hilweşîna konan e

PeyamaKurd- Koçberên ji Efrîn (Şehba), Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê ku di kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê de dijîn, bi hatina pêla sermayê, baran û berfê re rûbirûyî şert û mercên pir dijwar bûne.

Ji ber barîna zêde, av diçe nava konan û giraniya berfê ya li ser konan metirsiya hilweşînê li ser jiyana koçberan çêdike. Ev rewşa xirab a avhewayê, zehmetiyên koçberên ku jixwe di bin şertên kêm de debara xwe dikin, gihandiye asteke metirsîdar.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê di salên 2018 û 2019an de, ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatine dagirkirin û ji wê demê ve xelkê neçarî terikandina bajaran kirine li kampên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de dijîn.