PeyamaKurd - Hate ragihandin ku du dîlên Kurd ên di sala 2019’an de dema qetilkirina Seroka Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef ligel wê bûn û ji aliyê koma çekdar ve hatibûn girtin, wê bên berdan.
Li gorî çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, herdu dîlên Kurd Azad Osman û Mihemed Ela Îbrahîm ku ji sala 2019an ve dema bi Hevrîn Xelef re bûn, ji aliyê koma çekdar a Ebû Hatim Şeqra ve hatibûn girtin, têne berdan.
Hate diyarkirin ku wê komê îro peywendî bi malbata wan re kiriye û gotiye ku di demeke nêzîk de dê herduyan berdin, lê dem û çawaniya berdana wan eşkere nekirine.
Tê gotin ku wê li nêzîk malbatên wan bi wan re biaxivin û paşê werin berdan