Komeke din a koçberan ber bi Efrînê ve bi rê ketin

Komeke din a koçberan ber bi Efrînê ve bi rê ketin

PeyamaKurd - Îro di saetên berbangê de zêdetirî hezar koçberên Efrînê yên ku li bajarên Qamişlo û Amûdê bi cih bibûn, ber bi Efrînê bi rê ketin.

Ev demeke malbatan amadekariyên xwe yên vegerê dikirin, duh ew li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo kom bûn û paşê bi karwanê re berê xwe dane Çerxerêya Yûsif Gulo ya li bajêr û ji wir bi rê ketin.

Yek ji xalên peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de vegera koçberan li warê xwe ye.

Beriya vê komê ji herêmên Cizîrê û Kobanê 6 komên din ên koçberên Efrînê vegeriyane warê xwe.

Komeke din ku ji hezaran kesî pêk tê amadekariyên vegerê dikin.

Herî dawî di 19`ê Gulanê de koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê ku ji 600 malbatan pêk dihat, gihişt bajarê Efrînê.